Li Edeneyê şerê çekdarî: 1 mirî, 5 birîndar

Li Edeneyê şerê çekdarî: 1 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Seyhana Edeneyê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesekî 45 salî canê xwe ji dest da, 2 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku şer li Taxa Gulbahçesîyê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare pêk hat. Di şer de U. Coşkunê 45 salî li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Û mirovên birîndar jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.