Li Efxenistanê di madena komirê de teqîn: 7 mirî

Li Efxenistanê di madena komirê de teqîn: 7 mirî

Li bakurê Efxenistanê di madenekî komirê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê polêsê wîlayeta Samanganê Haşmetullah Rahmanî, diyar kir ku li Taxa Dara-î Sufî Payenê di madenekî komirê de ji ber xazê teqîn çêbû.

Rahmanî, îfade kir ku di encama teqînê de 7 madenvan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku cesed ji nav madenê hatin derxistin û piştî karên wan ên li nexweşxaneyê ji malbatên wan re hatin teslîmkirin.

Mirovên birîndar jî ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.