Li Efxenistanê di mezinahîya 5,6an de erdhej
14 kîlometre li rojhilata bajara Celalabada Efxenistanê di mezinahîya 5,6an der erdhejek çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), diyar kir ku 14 kîlometre li rojhilata bajara Celalabada Efxenistanê 10 kîlometre di bin erdê de di mezinahîya 5,6an der erdhejek çêbû.
Navenda Lêlokînên Zanyarîya Erdê ya Elman (GFZ) jî mezinahîya erdhejê 6,2 diyar kir.
Derheqê candayînan de tu daxuyanîyek nehat dayîn.
Di 31ê Tebaxê de li wîlayeta Kunara Efxenistanê di mezinahîya 6an de erdhejek çêbûbû û di encama wê erdhejê de 2 hezar û 205 kesan canê xwe ji dest dabûn, 3 hezar û 640 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.