Li Efxenistanê di mezinahîya 6an de erdhej pêk hat
Li nêzê navçeya Celalabada navenda wîlayeta Nangarharê, di mezinahîya 6an de erdhejek pêk hat.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), diyar kir ku 27 kîlometre bakurrojhilata Celalabada nêzê sînora Pakistanê di mezinahîya 6an de erdhejek hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku erdhej 8 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Di erdheja bi şîdeta 6.0 a li Efxanistanê de 622 kes mirin û 1000 kes jî birîndar bûn.
Karbidestekî Wezareta Ragihandinê ya Afganistanê derbarê erdheja ku di şevê de çêbû de daxuyaniyek da. Karbidest destnîşan kir ku deverên herî zêde zirar dîtine li parêzgeha Kunarê ne, ku rêyên wan ji ber erdhejê hatine girtin, û hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê bi helîkopteran têne kirin.
Zebîhullah Mucahîd, berdevkê hikûmeta demkî ya Afganistanê, di daxuyaniyekê de ku li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa X ya li Amerîkayê hatiye weşandin, mirina di erdhejê de piştrast kir. Mucahîd got, "Mixabin, erdheja îro li parêzgehên rojhilat bû sedema windakirina can û mal." Mucahîd destnîşan kir ku berpirs û niştecihên herêmî beşdarî hewldanên rizgarkirinê dibin, û tîmên ji hikûmeta navendî û parêzgehên derdorê jî ber bi herêmê ve di rê de ne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.