
Li Efxenistanê maden hilweşîya: 3 mirî
Li wîlayeta Bedexşana Efxenistanê di madenekî de hilweşîn pêk hat, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Bûyer, li navçeya Aşkaşîma girêdayê wîlayeta Bedexşanê di madenekî keviran de pêk hat.
Li gorî çapemenîya mehelî, di encama hilweşîna madenê de 3 madenvan canê xwe ji dest dan.
Qezayekî wek vêya jî di dawîya meha Adarê de li wîlayeta Taqharê di madena zêran de pêk hatibû û di encama wê bûyerê de jî 2 madenvan canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.