Li Efxenistanê zerara erdhejê zêde dibe: Mirî 1000î derbas kirin

Li Efxenistanê zerara erdhejê zêde dibe: Mirî 1000î derbas kirin

Di erdheja ku li rojhilata Efxenistanê di mezinahîya 6an de derketibû de ji 2 hezar û 800î zêdetir mirov birîndar bûn, hejmarê mirîyan jî 1000î derbas kir.

Hat destnîşankirin ku hêna jî hinek gundên wîlayetên Kunar û Nangarhara ku ji erdhejê tesîrdar bûne têkilî qutkirîye û di sehayê de xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.

Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ji bo mirovên ku di bin kavilan de ne derxînin xebatên xwe didomînin.

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Abdulmetîn Kanî, di daxuyanîya ku da de, destnîşan kir ku di erdheja ku li rojhilata Efxenistanê tesîrdar kirîye de bi sedan xanî xera bûne.

Xeyn ji vê daxuyanîyê Wezîrê Karên Hindir ê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Sîraceddîn Hekkanî, ji bona ku bi lez û bez midexele li herêma erdhejê bê kirin, ji gelek yekîneyan re emir şandîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.