Li Efyonê ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Li Efyonê ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Walîtîya Efyonê ragihand ku ji ber barîna berfê li dibistanên seretayî û navîn û sazîyên perwerdehîya taybet rojek hat rawestandin.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref walîtiyê ve hat diyarkirin de hat destnîşankirin ji ber barîna berfê ku tê texmînkirin li bajêr ji nîvê şevê pê va tesîrdar be û tevahîya rojê bi navber dewam bike perwerdehî ji bo rojekî hat sekinandin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku dibe ku talûkeya kombûna berf, cemed û qeşayê hebe û ji bo personelên cemaweriyê yên ducanî û astengdar jî îzna îdarî hat dayîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.