Li Êlihê di apartmanekî de şewat derket: 1 îtfaîyevan û 3 welatî ji dûmanê tesîrdar bûn
Li Êlihê di avahîyekî 5 qatî de şewat derket, di encama şewatê de îtfaîyevanekî û ji heman 3 welatî ji dûmanê tesîrdar bûn.
Li gorî agahîyan şewat di qata çaremîn a Sîteya Baran Yurdumê ku li ser Ceddeya Stada Taxa Şafakê de pêk derket.
Ekîbên îtfaîyeyê midexeleyê şewatê kirin û şewatê vemirandin. Di encamê de 1 îtfaîyevan û ji heman malbatê 3 kes ji dûmanê tesîrdar bûn.
Hat destnîşankirin ku hem îtfaîyevan hem jî welatî ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin tedawîkirin.
Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.