Li Êlihê du tir li hev qelibîn: 1 mirî, 1 birîndar
Di qezaya ku li Êlihê du tir li hev qelibîn pêk hat de, şofêrê tira ku xera bûbû canê xwe ji dest da, şofêrê dinê jî giran birîndar bû.
Hat îfadekirin ku qeza li bajaroka Bekirxanê pêk hat.
Li gorî diyarîyên ewil bi tesîra qezayê şofêrê tira ku tira wî xera bûbû û li kêleka rê disekinîya li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da, şofêrê tira dinê jî bi giranî birîndar bû.
Di qezayê de tira ku pîvaz barkirîbû ji bin kontrola şofêr derket û qeza kir.
Ji ber qezayê rê ji trafîkê re hat girtin.
Piştî tedbîran rê dîsa hat vekirin û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.