Li Êlihê du wesayît li hev qelibîn: 4 kes mirin, 2 kes jî giran birîndar bûn
Di qezaya ku li Êlihê bi lihevketina du wesayîtan pêk hat de, li gorî diyarîyên ewil 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî bi giran birîndar bûn.
Li ser rêya Derdor a Balpinar a Êlihê, du wesayîtên ku di heman rê de diçûn ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de 4 kes li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês, AFAD û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Hat hînbûn ku herdu wesayît jî bi tesîra lihevketinê bi metreyan pekîyane.
Mirovên birîndar jî piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyên cuda yên li Êlihê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqatekî berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.