Li Êlihê pevçûna çekdarî: 2 mirî, 4 birîndar
Li Êlihê şerekî çekdarî di navbera du koman de li taxê bû sedema panîkê. Agahiyên destpêkê nîşan didin ku du kes hatine kuştin û çar kesên din jî bi giranî birîndar bûne.
Li Taxa Bahçelîevler a Êlihê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn, di navbera du koman de pevçûnek çekdarî derket.
Li gorî encamên destpêkê, di bûyerê de M. Î. (35) û S. Î. (23) canê xwe ji dest dan û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên polês û tenduristiyê ji herêmê re hatin şandin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derbarê bûyerê de tehqîqatek berfireh hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.