Li Êlihê qezaya trafîkê: 2 mirî, 4 birîndar
Li Êlihê wesayîta ku ji bin kontrola şofêr derket û li dîrega ceryanê qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Li nêzê Bînatliya Êlihê, wesayîtek ji bin kontrola şofêrê derket û li dîrega ceryanê qelibî.
Di encama qezayê de V.A. (50) û M. T. (55) canê xwe ji dest dan.
N.T. (56), T.T. (32), N.T. (5) û M.T. (4) yên ku di nav wesayîtê de bûn jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.