Li Êlihê şeva Beraetê hat pîrozkirin

Li Êlihê şeva Beraetê hat pîrozkirin

Şeva Beraetê ku nîşana efû û paqijbûnîyê ye, li Êlihê bi duayan hat pîrozkirin. Welatîyan şeva xwe bi dua û nimêjê derbas kirin.

Şeva Beratê ku wek şeva xelasî, efû û paqijbûna alema Îslamê tê qebûlkirin, li Êlihê bi beşdarbûna gelek Misilmanan bi dua, nimêj, xwendina Quranê, mewlûd û selewatan hat pîrozkirin.

Misilmanên ku li Camîya Mehmet Emîn Terece yê Êlihê civîyan, piştî nimêja Eşayê şevek bi taet û nimêjê derbas kirin.

Di vê şevê de Misilmanan tobe kirin, duayan kirin, nimêjên xwe kirin, Quranê xwendin, qesîdeyan xwendin û mewlûdan xwendin.

Miftîyê Bajarê Êlihê Ahmet Durmuş jî li camîyê axavtinek û weezek da û qala tobe û taetê kir. Bi vê minasebetê Misilmana jî xwe kirin hesabê û ji gunehên xwe ji Rebbê alemê re tobe kirin.

Bername bi duaya ku hat kirin bidawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.