
Li Êlihê wesayîtek ji rê derket û li ser kêlekê qelibî: 1 jê giran 7 birîndar
Li Êlihê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û li ser kêlekê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzî Gundê Sînanê ya li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 27 BSZ 01 a ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê winda kir ji rê derket û li ser kêleka rê qelibî.
Di qezayê de 4 kesên mezin û 3 jê zarok 7 kes ku navên wan nehat hînbûn birîndar bûn.
Piştî ku welatîyên derdorê xeberê şandin ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polîs û ambulans hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî alîkarîya ewil ku ji teref xebatkarên tenduristiyê ve li cihê bûyerê hat kirin, ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.