Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Kercews a Êlihê di qezayekê de, ji sê kesên ku dema wesayîta wan ketibû geliyê bi giranî birîndar bûbûn, yek ji wan digel hemû midexeleyên tenduristîyê canê xwe ji dest da.
Li navçeya Kercews a Êlihê, di qezayekê de ku wesayîtek kete geliyê de, ji sê kesên ku bi giranî birîndar bûbûn yek mir.
Qeza, li herêma gundê Xirbêtayê qewimî.
Wesayîta ku şofêrê wê kontrola wê winda kir, ji rê derket û kete zinara.
Piştî xeberdayîna gundîyan, gelek ekîbên tenduristî û cendermeyan şandin herêmê.
Sê kesên ku bi giranî birîndar bûn û di wesayîta şikestî de asê mabûn, bi hewldanên zêde yên ekîbên rizgarkirinê û welatiyan ji cihê bûyerê hatin rizgarkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. Digel hemû midexeleyên tendurîstîyê jî, C.S. canê xwe ji dest da.
Birîndarên din li nexweşxaneyê dermankirina wan berdewam dike, lê lêpirsînên derbarê qezayê de berdewam dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.