
Li Emrîkayê bahoz û bablîsok tesîrdar bûn: 23 mirî
Li Emrîkayê ji ber bablîsok û bahozê li wîlayeta Kentuckyê 14, Missouri 7, Virginiayê jî 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Li alîyê orte û peravên rojhilata Emrîkayê bahoz, bablîsok û zîpik tesîrdar bûn.
Dar, xetên ceryanê û wesayît ji ber bayê qelibîn, banê xanîyan jî firîyan.
Ji wîlayeta Michiganê heta wîlayeta Tennesseeyê herî kêm 600 hezar mirov bêceryan man.
Li bajara St. Louisa wîlayeta Missouriyê ji 5 hezarî zêdetir xanî zerarê dîtin.
Walîyê Kentuckyê Andy Beshar daxuyand ku ji ber bahozê li wîlayetê herî kêm 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Li wîlayeta Missouriyê jî 7 li Virginiayê jî 2 kes tev de 23 kesan canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.