Li Emrîkayê di lehiyê de 67 kes mirin, 11 kes winda ne
Hejmara qurbaniyên lehiyên li wîlayeta Teksasê ya Emrîkayê gihîşt 67 kesan û 11 kes jî winda ne.
Hejmara miriyên ji ber lehiya li Kerr Countya Texasê ku piştî barana zêde ya di 4ê Tîrmehê de pêk hat çêbû gihîşt 67 kesan.
Şerîfê Wîlayeta Kerr Larryê Leitha got ku yanzdeh kampvan piştî ku ji aliyê ava çemê Guadalupe li Kerr County ve hatin birin hêna jî winda ne.
Rayedaran diyar kirin ku lêgerîna kesên winda berdewam dike.
Ji ber barana zêde ya ji nişka ve ya di 4ê Tîrmehê de li wîlayeta Teksasê ya başûrê Emrîkayê, Çemê Guadalupe li Kerr County ji avê derket û bû sedema lehiyê.
Waliyê Teksasê Gregg Abbott ragihand ku nêzîkî 50,000 kes li herêma afetê ne û xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ji ber karesata lehiyê ya li Teksasê, Kerr County wekî herêma afetê îlan kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.