Li Emrîkayê ji ber bablîsokê 36 kes mirin

Li Emrîkayê ji ber bablîsokê 36 kes mirin

Ji ber bablîsoka ku li Emrîkayê xist hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 36 kesan.

Bablîsoka ku di dawîya heftê dest pê kiribû bû sedema xerabûnên mezin.

Xebatên tespîtkirina xesarê berdewam dike û hat desntîşankirin ku hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 36 kesan, ji 340 hezarî zêdetir xanî jî bêceryan mane.

Walîyê Missouriyê ku mirinên herî zêde li wê derê ye Mike Kehoe, daxuyand ku li bajêr xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li 20 bajarên zêdetir ên wîlayeta Mississippiyê xesar çêbûn, ji 500î zêdetir xanî jî hilweşîyan.

Li Kansasê jî ji ber baya bi şîddet firtûneya qûmê çêbû û jiyan hema ku hat sekinandin.

Di encama ji 50 zêdetir qezayan de 8 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî Serwîsa Meteorolojîya Netewî, ji roja Înê vir ve nêzê 40 hebî bablîsok çêbûye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.