Li Emrîqayê hejmarê mirîyên ji ber hewaya sar derket 21 kesan

Li Emrîqayê hejmarê mirîyên ji ber hewaya sar derket 21 kesan

Li hinek wîlayetên Emrîqayê, ji ber şert û mercên zivistanê û hewaya sar hejmarê mirîyan derket 21 kesan.

Barîna berfê û hewaya sar yê ku di 12ê Çileyê de dest pê kir li çend herêmên cuda yê welat bû sedema candayîyan.

Ji ber hewaya sar û barîna berfê ya ku wîlayetên Tennessee, New York, Arkansas, Kansas, Oregan û Mississippiyê kirîye bin tesîra xwe di nav 6 rojan de 21 kes mirin.

Li Tennesseeyê li gorî daxuyanîya ku ji teref Îdareya Tenduristîyê û rayedarên mehellî ve hatine belavkirin 7 kes mirine, li 5 wîlayetên dinê jî 14 kes canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.