Li Endonezyayê di kana keviran de hezaz çêbû: 7 mirî

Li Endonezyayê di kana keviran de hezaz çêbû: 7 mirî

Li Endonezyayê di ocaxa keviran de hezaz çêbû, di encamê de herî kêm 7 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.

Li wîlayeta Cavaya Rojavaya Endonezyayê di ocaxekî keviran de hezazek pêk hat, di encamê de herî kêm 7 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn, 3 kes jî winda ne.

Wekîlê Serokê Yekîneya Operasyonên Ofîsa Xelaskirina Lêgerîna Bajêr Mamang Fatmono, îfade kir ku hezaz li madena Gunung Kudaya ku li gundê Bobosê ye pêk hatîye.

Fatmono, got ku “Li cîhê bûyerê 7 ceset hatin dîtin.” Û got ku 12 kes ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku hêna jî sê kes winda bûne, li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin.

Walîyê wîlayeta Cavaya Rojavayê Dedî Mulyedî, di daxuyanîya ku ji çapemenîyeke mehellî re da de, îfade kir ku dibe ku hejmarê mirîyan 10 kesan jî derbas bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.