Li Endonezyayê di mezinahîya 6,5an de erdhejek pêk hat

Li Endonezyayê di mezinahîya 6,5an de erdhejek pêk hat

Piştî erdheja 6.5 pileyî ku li wîlayeta Papuayê çêbû, hişyariya tsûnamiyê hat dayîn, lê li gorî raporên destpêkê, ti ziyanên can û mal çênebûne.

Lêkolînên Jeolojîk ên Emrîkayê (USGS) ragihand ku erdhejek bi şîddeta 6.5 li waîlayeta Papua ya Endonezyayê qewimî. Navenda erdhejê 193 kîlometre li bakurê rojavayê navçeya Abepura ya wîlayetê bû û di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbû.

Piştî erdhejê li herêmê hişyariya tsûnamiyê hat dayîn. Rayedaran ragihandin ku li gorî raporên destpêkê, ti ziyana can û mal çênebûye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.