
Li Endonezyayê hezaz: 4 mirî
Li herêma Kalîmantana Rojhilata Endonezyayê ji ber barana zêde hezaz pêk hat û ax herikî, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku hezaz li bajara Samarîndaya wîlayeta Kalîmantana Rojhilat çêbû, û hinek xanî di bin axê de man.
Serokê Yekîneya Rewşa Lezgîn a Ajansa Kêmkirin û BIreveberîya Afeta Wîlayeta Kalîmantana Rojhilatê Sugeng Priyanto, got ku heta niha gihaştine du cesedan, herduyên dinê jî hêna di bin axê de ne.
Hat ragihandin ku 3 xanî di bin axê de man, hinek xanî jî zerarê dîtin, însanên di nav xanîyên zerardîtî de bûn jî bi saxîtî hatin xelaskirin.
Ji ber şert û mercên xerab însanên ku di bin axê de mane bi rehetî nayên derxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.