Li Endonezyayê ji ber lehî û hezazê hejmara miriyan gihîşt 604an, 464 kes winda ne!

Li Endonezyayê ji ber lehî û hezazê hejmara miriyan gihîşt 604an, 464 kes winda ne!

Hejmara qurbaniyên lehî û hezazê li Endonezyayê gihîşt 604 kesan û tê ragihandin ku 464 kes jî winda ne.

Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî (BNPB) ragihand ku hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê û hezazê li sê parêzgehên Girava Sumatra ya Endonezyayê gihîştiye 604 kesan, 464 kes jî winda ne.

Hewldanên rizgarkirinê li deverên tesîrdar bi hemû leza xwe berdewam dikin.

Ajansê ragihand ku ji ber lehiyê li parêzgehên Sumatraya Bakur, Sumatraya Rojava û Acehê nêzîkî 570.000 kes ji cih û warên xwe bûn. Zirara rêyan û qutbûna torên ragihandinê gihîştina hin deverên tesîrdar ne gengaz kir, û alîkariyên bi piranî bi rêya hewayî hatin şandin.

Serokkomarê Endonezyayê Prabowo Subianto got ku hewldanên rizgarkirin û alîkariyê yên hikûmetê bi lez û bez pêşve diçin.

Subianto tekez kir ku divê Endonezya bi bandor bersiva guherîna avhewayê bide û divê hikûmetên herêmî di parastina jîngehê û amadekariya bûyerên hewayê yên dijwar ên pêşerojê de roleke mezintir bilîzin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.