
Li Endonezyayê lehî: 10 mirî, 10 winda
Li herêma Papuaya Rojava ya Endonezyayê, ekîbên xelaskirinê di nav lehîyê de cesedê 10 kesan dîtin, lê hêna jî 10 kes winda ne.
Li wîlayeta Papuaya Rojava ya Endonezyayê, ax hezîya û lehî çêbû.
Di encama lehîyê de cesedê mirovekî dinê jî hat dîtin û bi tevê vêya hejmarê mirîyan derket 10 kesan.
Rayedaran, diyar kirin ku ji ber şert û mercên hewaya xerab, moloz û çemûrê xebatên lêgerînê di nav zehmetîyê de berdewam dikin.
Ekîban, hêna jî ji bo 10 kesên winda xebatên xwe didomînin.
Di 15ê Gulanê de li Herêma Erfaqa Gunungê piştî baraneke dijwar lehî çêbûbû û ax hezikîbû. Encax çapemenîya mehellî, îfade kirin ku ji ber li herêmê ragihanî gelek ziîf bû ji ekîban re dereng xeber hat şandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.