Li Enqereyê qeza: 4 mirî, 3 birindarî

Li Enqereyê qeza: 4 mirî, 3 birindarî

Li Enqereyê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Karacaoren-Çalişa ser sînora navçeyên Haymana û Golbaşîyê ye pêk hat.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîb hatin şandin.

Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyê mirîyan ji bo otopsîyê ji morgê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.