
Li Entabê di dikanekî de teqîn: 5 birîndar
Di febrîqeya biharê ya ku li Herêma Senayîya Organîze ya 2yemîn a navçeya Şehîtkamîla Entabê de teqînek pêk hat, di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Piştî teqînê di dikanê de şewat derket, welatî ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê teqînê de ji teref Walîtîyê ve daxuyanî hat dayîn û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ekîbên me yên îtfaîyeyê ji teqîna ku li Herêma Senayîya Organîzeya 2yemîn a li bajarê me pêk hat re di demeke kurt de midexele kirin. Li gorî lêkolînên ewil di dikanê de ji ber qazana buhara erdgazê teqîn çêbûye. 5 welatîyên me yên birîndar ji nexweşxaneyan re hatine sewqkirin. Ji ber ku dîwara avahîyê jî xera bûye di 5 weasayîtên me de xesar çêbûne. Li herêmê tedbîrên ewlehîyê hatine girtin û derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin. Ji raya giştî re tê daxuyandin.”
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran ne giran in lê di dikan û wesayîtên derdorê de xesarên mezin çêbûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.