
Li Entabê kantînvanekî tostê kir nav pelên Quranê û firot
Li navçeya Şehîtkamîla Entabê kantînvanekî dibistana pêşîn, tostên ku çêdikir dikir nav pelên Quranê û bi wî şeklê difroşt, malbatên xwendekaran jî ji vê rewşê re bertek nîşan dan.
Hat îddîakirin ku kantînvana dibistana pêşîn pelên Qurana Pîroz wek qaxizan qetandîye û tiştên xwe kirîye navê û bi wê şeklê tîcaretê kirîye, bi vê gotinê malbatên xwendekaran jî çûn dibistanê û protestoyan tertîp kirin.
Malbatên ku li ber dibistanê hatin cem hev, daxwazname nivîsandin û hinek xwendekar jî pankartan vekirin.
Li derdorê dibistanê ji teref polêsan ve tedbîr hatin girtin, lê malbat îfade kirin ku ew êrîşa ji pîrozbahîyan re qebûl nakin.
Walîtî daxuyanî da: Tehqîqat hat destpêkirin
Piştî bûyerê ji teref Walîtîya Entabê ve daxuyanîyek belavkirin, û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku fealîyeta bazirganîya kantînê hatîye sekinandin û tehqîqat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.