
Li Entabê qezaya trafîkê: 2 mirî
Li Entabê tirek û motorbisiqletek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, li Çarrêya GATEMa li ser rêya Îpekyolîya navçeya Şehîtkamîlê pêk hat.
Li gorî agahîyan, motorbisiqleta bi plaqeya 27 ASZ 298, di bin tira bi plaqeya 27 AGA 500ê de ma. Di encamê de şofêrê motorbisiqletê û hevalê wî yê li paş wî canê xwe ji dest dan.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û poolês hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.