Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne

Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne

Li Erdexanê berf barîya, ji ber barîna berfê navenda bajêr spî bû û bi berfê xemilî.

Şilîya ku li navenda bajêr ev bû çend roj e didome, di saetên êvarê de cîhê xwe ji berf û bapûkê re hişt.

Bi tevî barîna berfê hewa jî daket xwarê û bûz çêbû.

Ji ber şertên hewaya xerab şofêr di çûndin û hatinê de bidîqetbûn, lê rayedara dîsa jî li hember bûz û qeşayê hişyarîyan da.

Ekîbên şaredarî û rêyamezin jî li ser rêyên mezin xebatên xwe yên xwêkirin û paqijkirinê berdewam kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.