Li Erebisana Siûdî zilamekî di emrê xwe yê 142 salî de rehmet kir

Li Erebisana Siûdî zilamekî di emrê xwe yê 142 salî de rehmet kir

Li Erebistana Siûdî Nasir El Vadaî, di emrê xwe yê 142 salî de wek zilamê herî îxtîyar rehmet kir û di dîroka welat de ji sazîya qraltîyê heta Qral Abdullah bin Abdulazîz şahidîyek kirîye.

Li gorî xebera rojnameye Siûd, malbata wî diyar kir ku Nasir bin Radan El-Raşîd di 142 salî de rehmet kir.

Li gorî xizmên wî El-Vadaî di 1884an de li Dahran el-Cenub ku berîya Qraltîya Erebistana Siûdî hatîye dinyayê û di bin îdareya damezrînerê qraltîyê Abdul Azîd heta hikûmdarê niha Salman jîyana xwe derbas kirîye.

Li gorî malbata wî El Vadaî bi cesaret û qewetbûnîya xwe ya fizîkî tê naskirin û heta emrên xwe yên dawîn di warê civakî de jî endamekî aktîf bûye.

Yek nevîyek Vadaî, destnîşan kir ku kalê wî her roj garis, ceh, rûnê malê, şîr, hungiv û mewûcan xwarîye. Ev xwarin jî heta dawîya emrê wî bûye sedema xurtbûna hişê wî.

Ji nimêja wî ya cenazeyê re 7 hezar mirov beşdarî bûn û Vadaî li gundê El-Raşîdê hat definkirin.

Ji teref malbata wî ve hat diyarkirin ku Vadaî mirovekî dîndar bûye û ji 40 caran zêdetir Hec kirîye.

Hat ragihandin ku 9 zarokên wî (3 kur û 6 qîz) 134 heb jî nevîyên wî hebûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.