Li Erxenî ya Dîyarbekirê wesayît li peyayek qelibî

Li navçeya Erxenî ya Dîyarbekirê, mirovek ku dixwest derbasî alîyê dinê bibe wesayît lê qelibî, dema qezayê ji teref kamerayên dikanekî ve hat kişandin.

Qeza, doh di seatên êvarê de li ser rêya Erxenî-Dîcleyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, E.U.yê ku li ser rêya Erxenî-Dîcleyê dixwest ku derbasî alîyê dinê bibe, bi lêxistina wesayîtekî ku nasname û plaqeya wê nayê zanîn ve birîndar bû.

E.U.yê ku bi tesîra lêxistina wesayîtê teqle avêt û ket erdê. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê qezayê midexeleyê E.U. kirin û wî rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.