Li Erzîncanê qezaya trafîkê: 3 mirî, 6 birîndar

Li Erzîncanê qezaya trafîkê: 3 mirî, 6 birîndar

Li ser rêya Erzîncan-Sêwasê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de sê kesan canê xwe ji dest dan, şeş kes jî birîndar bûn.

Qeza, li alîyê Kizildaga Erzîncanê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, du wesayît li ser rêya Sêwas-Erzîncanê ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Welatîyên ku qezayê dîtin xeberê ji ekîban re şandin û ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, polês û cendermeyê hatin sewqkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di encama qezayê de sê kesan canê xwe ji dest dan, şeş kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.