Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin

Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, perwerdehiya bi rêya veguhastinê li sê navçeyên navendî yên Erziromê îro hatiye rawestandin.

Walîtiyê ragihand ku ji ber berfa zêde, hewaya sar, serma û metirsiya çêbûna qeşayê li bajêr, hemû dibistanên giştî, taybet, seretayî û navîn û her wiha saziyên perwerdehiya taybet ên li navçeyên navendî yên Yakutiye, Palandöken û Aziziyeyê ku beşek ji pergala perwerdehiya li ser bingeha veguhastinê ne, îro ji bo rojekê girtî bin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo xwendekarên ku nayên veguhastin dibistanê, perwerde dê wekî berê berdewam bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.