Li Erziromê qamyonek û jîpek li hev ketin: 4 kesan canê xwe ji dest dan
Li navçeya Tortum a Erziromê, di qezaya trafîkê de, ku qamyonek û jîpek li hev ketin, 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, li nêzîkî taxa Akdagê li ser rêya Erzirom-Tortumê qewimî.
Wesayîta bi plakaya 41 BZ 206 ku ji hêla Ramazan K. ve dihat ajotin, li qamyoneteke bi plakaya biyanî ku ajokarê wê hîn nehatiye diyarkirin qelibî.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye, AFAD, cendirme û polêsan hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku şofêr Ramazan K., ligel Nurtekin A., Erdem Ö., û İbrahim Ö. li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku Erdem Ö. û İbrahim Ö. birayên hev bûn.
Cenazeyên kesên di wesayîtê de asê mabûn ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hatin derxistin.
Ajokarê qamyona Gurcî ku di qezayê de birîndar bûbû, piştî ku li nexweşxaneyê hat dermankirin, ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hat binçavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.