Li Farqînê qamyona ka barkirî li ser wesayîtên parqkirî de qulibî
Li navçeya Farqînê qamyona ku ka lê barkirî bû û di rê de diçû, li wesayîtên parqkirî xist û qulibî.
Qeza, li ser Cadeya Amedê ya li Taxa Konakê pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qamyona bi plakaya 63 AEE 079, ji ber ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir, qulibî.
qamyona ku wergeriya, li 7 wesayîtên parqkirî xist. Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesê birîndar, piştî mudaxaleya yekem a tîmên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.