Li Fransayê 80 kesan ji ber germê can dan

Li Fransayê 80 kesan ji ber germê can dan

Li Ewrupayê bi zêdebûna germahîyê li gelek welatan elarma sor hatîya dayîn. Li Fransayê di navbera 7-13ê Tîrmehê de ji ber germahîyê herî kêm 80 kesan mirin.

Hewaya germ a ku li Ewrupayê kirîye bin tesîra xwe li hinek welatan gihaşt pileya rekorê.

Li gorî xeberên çapemenîya Fransayê ku ew jî ji Sazîyên Tenduristîyê bidestxistine li 5 herêmên welat hewaya germ a ku di navbera 7-13ê Tîrmehê de tesîrdar bû, bû sedema canê gelek kesan.

Germahîya ku heye bi tesîra Germbûna Kûrewî zêdetir dibe, li herêmên ku tên qalkirin jî di navbera van dîrokan de herî kêm 80 kesan mirin.

Piştî temamkirina xebatên îstatîstîkê tê texmînkirin ku mirina ji ber germahîyê dibe ku zêde bibe.

Li gorî daneyên Îstatîstîka Neteweyî ya Fransayê, Enstîtûya Lêgerîna Aborîyê û Îdareya Meteorolojî ya Fransayê li welat ew ê heta sala 2050yan her havîn 16 an jî 29 roj, li gorî germahîya normal ew ê zêdetir germ bibe.

“Germahîyên Rekor” ên ku îsal li welat hatin qeydkirin, ew ê bi tesîra Veguhertina Îklîmê zêdetir bibe û rîskeke mezin derxe holê.

Zêdebûna germahîyê a di demên êvarê de jî, bi taybetî di îsanên ku hessas in de tê texmînkirin ku di alîyê tenduristîyê de pirsgirêkên wek ziwabûn û lêxistina tavê zêde bibin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.