
Li giştîyê Tirkiyeyê micadeleya li dijî şewata daristanan berdewam dike
Bi hatina mehên havînê re, germahiya hewayê ya zêde li gelek herêman bû sedema şewatên daristanan.
Dûyê ku ji deverên daristanî yên gelek bajaran, bi taybetî li Hetay, Manîsa, Îzmîr, Aydin û Mûxlayê radibe, bûye sedema fikaran. Şewatên ku ji ber bayê bi lez belav dibin, hem ji hewa û hem jî ji bejahî ve tên vemirandin.
Şewatên li Entelya, Mêrdîn, Osmaniye, Aydin û Mêrsînê hatin kontrolkirin.
Şewat nêzîkî deverên niştecihbûnê dibe
Agirê ku li herêma Karaali ya navçeya Antakya ya Hetayê derket, ji ber bayê bihêz zû mezin bû. Ji herêmê re ekîbên daristanê û hêzên îtfaîyeyê hatin şandin û dest bi xebatên vemirandinê kirin. Ji ber ku agir nêzîkî deverên niştecihbûnê bû, tedbîrên pêşîlêgirtinê hatin girtin.
Li gelek deverên Îzmîrê agir bi deverên cuda ket
Piştî şewatên ku li navçeyên Alîaxa û Foça yên Îzmîrê derketin, li navçeyên Menderes û Seferîhîsarê jî şewat derketin. Bi taybetî bayên bihêz hewldanên vemirandinê dijwar kirin. Agir gihîşt hinek deverên niştecihbûnê û deverên havînê; gelek xanî û wesayît zirarê dîtin. Zêdetirî hezar personel û bi sedan wesayîtan mudaxeleyî şewatên ku li qadeke bi qasî 12 kîlometreyan e belav bûn kirin.
Li Manîsa û Mûxlayê mudaxaleya tund hat kirin
Mudaxeleya agirê ku sê roj in li navçeya Akhisar a Manîsayê berdewam dike, didome. 3 balafir, 5 helîkopter, 85 qamyonên avê û bi dehan makîneyên kar li herêmê dixebitin. Ji ber bayê kontrolkirina agir bi zehmetî tê kirin.
Agirê ku li Taxa Ortakent a navçeya Bodrûmê ya Mûxlayê derket, li cîhekî nêzîkî navenda kirînê çêbû. Bi destwerdanên dijwar agir hate kontrolkirin, lê ji ber sedemên ewlehiyê navenda kirînê hate valakirin.
Li navçeya Kozan a Edeneyê li du cihên cuda agir derket. Her çiqas agirê ewil hat vemirandin jî, xebata vemirandina ya duyemîn berdewam dike. Agirên ku li navçeyên Gazîpaşa û Aksu yên Entalyayê, navçeyên Nisêbîn û Şemrexê yên Mêrdînê, herêmên Mut û Bozyaziyê yên Mêrsînê, navçeya Dûzîçî ya Osmaniyeyê û navçeya Sultanhîsar a Aydinê derketin, bi midexeleya ekîban hatin vemirandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.