Li Herêma Kurdistanê cîhê bazarê şewitî: 11 birîndar

Li Herêma Kurdistanê cîhê bazarê şewitî: 11 birîndar

Li bajara Dihokê di bazara Çelê de 11 kes birîndar bûn, ji 100î zêdetir dikan jî zerarê dîtin.

Hat destnîşankirin ku li bajara Dihoka Herêma Kurdistanê di bazara Çelê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatine sewqkirin.

Şewat, bi midexeleya ekîban hat bin kontrolkirin, di encama şewatê de 11 kes birîndar bûn ji 100î zêdetir dikan jî zerarê dîtin.

Berdevkê Parastina Sîvîl yê Dihokê Bêwar Abdulazîz, diyar kir ku ji bo sedema şewatê bê lêkolînkirin komîsyonek hat sazkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.