Li Herêma Kurdistanê merasîma xwe nixûmandinê

Li Herêma Kurdistanê merasîma xwe nixûmandinê

Li navçeya Sorana girêdayê Hewlêra Herêma Kurdistanê 65 qîz qerar dan ku xwe binixûmînin. Ji bo van 65 qîzan ji teref Weqfa Nûrê Hîkme ve merasîmek hat tertîpkirin.

Ji Herêma Kurdistanê xeberên xweş li pey hev tênê.

Berî vê çendakî li giştîyê Herêma Kurdistanê ji teref bihayê fermûde ve bernameya Zanebûna Qîmeta Hedîsan hatibû lidarxistin. Bi hezarana zarok qîz û law beşdarî pêşbirka hedîsan a ku hatibû lidarxistin bûbûn.

Li Herêma Kurdistanê vê carê jî ji bo qîzên ku qerar dan xwe binixûmînin bername hat tertîpkirin.

Li navçeya Sorana girêdayê Hewlêra Herêma Kurdistanê 65 qîz qerar dan xwe binixûmînin. Ji bo van 65 qîzan ji teref Weqfa Nûrê Hîkme ve merasîmek hat tertîpkirin.

Di bernameya ku hat lidarxistin de dîmenên xweş derketin holê. Hat dîtin qîzên ku biryara xwe nixûmandinê dane kêfxweş û şad in.

Rayedareke Weqfa Nûrê Hîkme derbarê mijarê de nirxandinan kir û weha got:

“Me di meha Sibatê de dest bi xebatên wek semîner û axaftinan kir. Xelkê rexbeteke xweş nîşan da. Hemd ji Rebbê aleman re ku di encama xebatan de 65 qîz biryar dan ku xwe binixumînin.”

Mislimanên qîz ên ku qerara xwe nixûmandinê dan jî derbarê mijarê de destnîşan kirin û weha gotin:

“Em li mektebê bi rêya mamosteyekî û li malê jî bi wasita û desteka malbatên xwe, xwe qerara xwenixumandinê da. Xweda ji wan kesên ku ji vê yekê re bûn wesîle razî be.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.