Li Herêma Kurdistanê mewlûda kevneşopî ya 800 salî tê îdraqkirin

Li Herêma Kurdistanê mewlûda kevneşopî ya 800 salî tê îdraqkirin

Salvegera 1450emîn ya hatina dinyayê yê Pêxemberê me, li Herêma Kurdistanê bi dua, îlahî û selewatan tê îhyakirin.

Şeva Mewlûdê ku wek hatina dinyayê yê Hezretî Muhammed (Selat û Selam li ser wî be) tê qebûlkirin, li hemû bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê tê îdrakkirin.

Bernameya mewlûdê ya ku li Hewlêrê wek kevneşopîyê tê îdrakkirin, îsal jî bi coş û beş hat pîrozkirin.

Li ber qeleya dîrokî ya Hewlêrê îlahî tênê xwendin û selewat tênê anîtin. Misilmanên ku di seatên serê sibehê de diçin camîyan, çawa ku di îdan de hevdû hembêz dikin û cejna hev pîroz dikin di ev rojê de jî hevdû pîroz dikin û şîranîyan îkramê hev dikin.

Ji Qeleya dîrokî ya Hewlerê re afîşên ku navê Hezretî Muhammed û hedîsên wî dihatin nivîsandin hatin daleqandin.

Xelkê Hewlêrê ji 7ê heta 70î di seatên serê sibehê de, çûn qada ku bername li wê derê dihat tertîpkirin.

Hemû kolan û ceddeyên bajarê, dikan û xanîyan jî bi panqart û fîlamayan hatin xemilandin.

Wesayîtên ku bi ala tewhîdê hatin xemilandin, derbasbûna wesayîtan a di nav xelkê de ji teref mirovan ve bi xweşikayî hatin temaşekirin.

Hinek ji welatîyan bi cil û bergên xwe yên kevneşopî beşdarî bûn. Bi îlahî û qesîdeyan di bernameyê de hewayeke menewî hat jîyankirin.

Pîrozbahîyên Şeva Qendîlê cara yekem di sala 1220an de ji teref Walîyê Hewlêrê û Fermandarê Selaheddînê Eyyûbî Siltan Muzaffereddîn Gokborî ve hatibû îdrakkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.