Li Hetayê 16 koçberên neqanûnî hatin qefaltin: 2 şikdar hatin girtin
Li Hetayê polêsan dema ku xebata kontrolê dikirin, di nav tirekî de 16 koçberên neqanûnî dîtin.
Bûyer, li ser rêya Antakya-Belenê pêk hat. Ekîbên ku girêdayê Midûrtîya Ewlehî ya Hetayê ne, di nav tirekî de li ser şibheyê lêgerînek kirin. Di encama lêgerînê de hat îfadekirin ku di nav tirê de 16 koçberên ku bi rêyên neqanûnî ketine nav welat hatin tespîtkirin.
Koçberên ku piştî kontrola wan a tenduristîyê hate kirin ji Midûrtîya Îdareya Koç a Bajêr re hatin teslîmkirin. 2 kesên ku tê diyarkirin koçberan bi rêyên neqanûnî kirine nav welat jî hatin girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.