
Li Hetayê agir ji ber bayê belav dibe
Li navçeya Dortyola Hetayê şewata daristanê, bi tesîra bayê bi lez belav dibe.
Hat îfadekirin ku li Zozana Çokeka Hetayê di daristanê de şewat derket, şewata ku derket jî di demeke kurt de bi tesîra bayê zêdetir belav bû û mezin bû.
Li herêmê valakirina gund û taxan dest pê kir.
Ekîbên îtfaîyeyê û vemirandinê ji bo vemirandina şewatê dixebitin û di heman demê de 2 balafir û 8 helîkopter jî alîkarîya xebatê dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.