Li Hetayê ax herikî: Rê hatin girtin
Li navçeya Payasa Hetayê di seatên êvarê de şilî dest pê kir, barana ku barîya bû sedema hezazê. Di encama barana dijwar de wesayît di rê de asê man û rê hatin girtin.
Li alîyê Karbeyaza navçeya Payasê di seatên êvarê de hezazek pêk hat. Ji ber şilîya zêde, wesayît asê man, welatîyên ku asê mabûn bi alîkarîya ekîbên îtfaîye û makîneyên kar hatin tehlîyekirin.
Hezaza ku pêk hat li ser rêya Toprakkale-Rêya Îskenderûnê û Payas-Dortyolê bû sedema girtina rê. Ji bo wesayîtên ku di rê de asê man jî xebat hatin destpêkirin.
Rayedaran hişyarî dan ku bila welatî bibaldar bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.