Li Hetayê qamyonet qeza kir: 6 wesayît li hev ketin, 4 kes birîndar bûn
Li Hetayê qamyonek ji kontrolê derket û li şeş wesayîtên ku li çiraya sor sekinîbûn qelibî. Di qezayê de çar kes birîndar bûn.
Di bûyera ku li ser rêya Antakya-Îskenderûnê qewimî de, qamyonek ku nasnameya ajokarê wê hêna jî nehatiye diyarkirin, li jîpek, qamyonek û çar otomobîlên ku li çiraya sor sekinîbûn qelibî.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re gelek ekîbên polês, cenderme, îtfaîye û tendurisîyê hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristîyê piştî midexeleya ewil mirovên birîndar rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.