Li Hetayê qezaya trafîkê ya zincîrî: 11 birîndar

Li Hetayê qezaya trafîkê ya zincîrî: 11 birîndar

Li navçeya Belen a Hetayê, di qezaya trafîkê ya zincîrî de 11 wesayît li hev ketin û 11 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di qezaya ku li ser rêya Belen-Îskenderûnê ya nêzîkî taxa Halilbeyê qewimî de bi tevahî 11 wesayît beşdar bûn: 4 qamyon, 3 wesayît, jîpek, qamyonetek, panelvanek û mînîbusek.

Piştî qezayê, polês û ekîbên îtfaîyeyê û ekîbên tenduristîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

11 kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Belenê û tên dermankirin.

Tîm ji bo rakirina wesayîtên ku tevlî qezayê bûne ji rê xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.