Li Hewlêrê xebatên nûkirina rêyan didome

Li Hewlêrê xebatên nûkirina rêyan didome

Walîtîya Hewlêrê ragihand, bi zêdetirî 3 milyar dînar li ser budceya Walîtîya Hewlêrê, dest bi cîbicîkirina projeya nûkirina rêya Hewlêr-Xebatê hat kirin.

Ji teref Walîtîya Hewlêrê ve daxuyaniyek hat belavkirin û di wê daxuyanîyê de hat diyarkirin, ji bo hêsankariya şofêran û kêmkirina bûyerên trafîkê, bi qasî 3 milyar û 842 milyon û 208 hezar dînar li ser budceya Walîtîya Hewlêrê, dest bi cîbicîkirina projeya nûkirina ceddeya Hewlêr-Xebatê hat kirin.

Walîtî destnîşan kir, rêya Hewlêr-Xebatê, rêyeke stratejîk û bazirganî ya girîng e û her sê bajarên Hewlêr, Duhok û Mûsilê bi hev ve girê dide. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.