Li Hezexê rê bûne behra herîyê, xwendekar nikarin biçin dibistanê

Li Hezexê rê bûne behra herîyê, xwendekar nikarin biçin dibistanê

Li gundê Xerabê Ripina navçeya Hezexa Şirnexê, rêyê gundan bûne behra çamûrê. Xwendekarên ku diçin dibistanan, ji ber çamûrê zor û zehmetîyan dikişînin.

Li gundê Xerabê Ripina navçeya Hezexa Şirnexê, rêyên çamûr, jiyana dibistanê bi xerabî tesîrdar dike.

Gundî û xwendekaran bang li rayedaran kirin ku bila ji vê rewşa xerab re çareyek bibînin.

“Em heq nakin ku di nav çamûrê de bijîn û bimeşin”

Mukaddes Saka ku îfade dike ew di rêyên çamûr de diçin dibistanê weha got, “Dema ku em di van rêyan de diçin solên me qirêj dibin. Ji ber vê yekê hem dibistanên me hem jî malên me qirêj dibin. Em dixwazin ku bila van rêyên me werin çêkirin. Mezinên me dema ku wexta hilbijartinê tê, têne gund û dibêjin em ê van rêyan çêbikin, lê piştî hilbijartinê tu qet nayên gund. Em heq nakin ku di nav çamûrê de bijîn û bimeşin. Em ji we rica dikin van rêyên me çêbikin.”

“Xwendekarên me sibe solên cuda dikin pîyên xwe, dûre solên cuda dikin nigê xwe”

Mehmet Alî Erîsoy ku îfad ekir “Ji mer çamûrê solê zarokan qirêj dibin” weha li axavtina xwe zêde kir, “Hemî rêyên me çamûr in. Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanan û nikarin bi wesayîtan jî herin. Banga me li rayedaran ev e ku bila ji vê rewşê re çareserîyekî bibînin. Em di vê çamûrê de nikarin wesayîtên xwe biajon. Carna çamûr hewqas zêde û bilind dibe ku binê wesayîtên me bi temamî di bin çamûrê de dibînin.”

Nurhak Erîsoy jî bang li rayedaran kir û got, “Rêyên me yên nav gund hemî çamûr in. Em nikarin bigerin û derkevin derve. Dema ku em ji nav malên xwe derdikevin cilên me û solên me dibin çamûr.ş em dixwazin ku bila van kolanên me û kûçeyên me werin çêkirin.”

Mehmet Emîn Kartal û Îlyas Saka jî şênîyên gund in û ew jî derheqê vê rewşê de gazin û gilîyan kirin û ji rayedaran xwestin ku bila rêyên wan werin çêkirin ku bila ew jî ji vê zehmetîyê xelas bibin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.