Li Hîndistanê agir bi otêlê ket: 15 mirî

Li Hîndistanê agir bi otêlê ket: 15 mirî

Li bajara Kalkûtaya wîlayeta Bengala Rojavayê di otêlekî 6 qatî de şewat derket, di encama şewatê de 15 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.

Li bajara Kalkûtaya wîlayeta Bengala Rojavayê di otêlekî 6 qatî de şewat derket, şewat bû sedema facîayê.

Hat îfadekirin ku şewat di demeke kurt de otêlê kir bin tesîra xwe. Rayedaran îfade kirin ku 2 jê zarok 15 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Sedema derketina şewatê nayê zanîn û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.