
Li Hîndistanê balafira rêwîyan ket xwarê: 224 kes di nav balafirê de bûn
Balafireke rêwîyan a ku ji bajara Ahmedabada Hîndistanê diçû Balafirgera Londra Gatwicka Îngilistanê, demeke kurt a ji firînê ket xwarê.
Di nav balafirê de 232 rêwî û 12 mirettebat tev de 244 kes hebûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, balafira ji tîpa “Boeing 787-8 Dreamliner”, di seat 13.38an de ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sardar Vallabhbhai Patel a li Ahmedabadê firîya, pênc deqîqe paşê, li herêma Meghanî Nagara bajêr ket xwarê.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên nexweşxane û trafîkê hatin sewqkirin.
Ji hikûmetê daxuyanî hat dayîn
Wezîrê Karên Hindir ê Hîndistanê Amît Shah, destnîşan kir ku ew derheqê qezayê de bi rayedarên wîlayeta Gujaratê re ketine nav têkilîyê û diyar kir ku ew ê hemû îmkanên hikûmeta navend bikarbînin. Midûrê Giştî yê Hewayî ya Sîvîlan Faîz Ahmed Kîdwaî jî destnîşan kir ku qeza pênc deqîqe piştî rabûna balafirê pêk hat.
Derheqê qezayê de tehqîqatekî berfireh hat destpêkirin, hêna jî derheqê mirî û birîndaran de daxuyanîyekî fermî nehat dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.