Li Hindistanê îzdîham: 11 kes mirin, 50 kes birîndar bûn

Li Hindistanê îzdîham: 11 kes mirin, 50 kes birîndar bûn

Li bajarê Bengaluru yê Hindistanê, di encama qerebalixiyekê de li derveyî stadyûmeke krîketê 11 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di demekê de qewimî ku bi hezaran alîgirên krîketê li derveyî Stadyuma M. Chinnaswamy li bajarê Bengaluru kom bûn da ku serketiyên Lîga Premier a Hindistanê, ku tûrnûvaya krîketê ya T20 ya herî populer a cîhanê ye, pîroz bikin.

Li gorî medyaya herêmî, di encama qerebalixiya ji ber girseyê çêbûye de herî kêm 11 kes mirine û 50 kes jî birîndar bûne.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin ku gelek alîgir li derveyî stadyûmê bêhiş dibin, ambulans li cihê bûyerê ne û polês birîndaran radikin.

Heta niha ji aliyê rayedaran ve tu daxuyanî nehatiye dayîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.